Li Serdeştê kêliyên bedew ên werza payîzê...

Di werza payîzê de, sirûşt xwe bi rengê zer, sor û qehweyî dixemilîne û çîrokên bêdawî yên şevên payîz û zivistanê xwe li dilê Kurdistanê dipêçin.

Serdeşt – Bi hatina werza payîzê re, bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurditanê, bi rengê zer, sor û qehweyî dixemile. Pelên hişk û rengîn, berê mirov didin sedsalan û bîranînên xweş û şêvbihurkên ku ji çîrokên nayên jibîrkirin mane zindî dibin. Yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê Serdeşt, bi pelên zer ên weşandî dibe tabloyeke rengîn û bêhempa.

Riyên ku bi rengê payîzê xemilîne, mirovan ber bi asoyên dûr ve dibin, di hemû gavan de bêdengî û aramiya payîzê xwe li dil û hişê mirov bi cih dikin, hest û raman ber bi demsalên nû ve dikevin rêwîtiyeke bêdawî...